Kurdistan
Li Meletiyê erdhej çêbû
PeyamaKurd – AFADê ragihand, li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê erdhejeke bi lerza 4,4an çêbû.
Li navçeya Yeşîlyurt a Meletiyê di saet 22.43an de bi pileya 4,4 erdhejek çêbû.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) hat dayîn, erdhejeke bi lerza 4,4an pêk hat ku navenda wê navçeya Yeşîlyurt a Meletiyê ye.
Hat diyarkirin, erdhej bi kûrahiya 7 kîlometreyan çêbûye.