Kurdistan
Li Meletiyê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li navçeya Doganşehîra Meletiyê bi pileya 3,8 erdhejek çêbû.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) li navçeya Doganşehîra Meletiyê di saet 02.27an de bi lerza 3,8an erdhejek çêbû.
Erdhej 11 kîlometre di bin erdê de çêbû.