TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meletiyê, erdhej çêbû!

Ruken güler
Nivîskar
📅 19 hezîran 2023 00:00

PeyamaKurd- Ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD) ve hat ragihandin ku danê vê êvarê li navçeya Şîro ya Meletiya Bakurê Kurdistanê, erdhej çêbû.

Di agahiyên AFADê de hat ragihandin ku erdheja li Şîroyê, vê êvarê saet di 18: 36an de bi hêza 4.6an çêbûye û hat diyarkirin ku kûrahiya vê erdhejê jî 7.06 kîlometir bûye.

Piştî ragihandina erdhejê, heta niha li ser hebûn an nebûna ziyanan ji herêmê daxuyaniyek nehat dayîn.

Parve bike: