TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mêrdîn û Hekkariyê qedexeya çalakiyan ya ji bo 15 rojan hat ragihandin

Admin M
Nivîskar
📅 01 îlon 2022 04:35

PeyamaKurd – Li bajarên Mêrdînê û Hekkariyê ji bo 15 rojan meş, xwepêşandan, ragihandina çapemeniyê û tevgerên weka wan ji bo 15 rojan hat qedexekirin. Ji bo her çalakiyekî divê îzin ji parêzgehê bê sitendin.

Di nav çalakiyan de meş, xwepêşandan, meşale, vekirina stend û konan, belavkirina belavokan, kampanya îmzeyan û çalakiyên hwd. hene.

Qedexe li her dû bajarên Bakûrê Kurdistanê di 1 ê êlûnê de siet di 00.01 ê de destpêdike û heya 15 ê êlûnê siet 24.00 an dewam dike. 1ê êlûnê roja aştiyê ya temamê dinayayê.

Parve bike: