Kurdistan
Li Mêrdînê bo meheke din qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd – Parêzgariya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ragihand ku ji bo mehekê careke din her cure çalakî û şahî hatine qedexekirin.
Di daxuyaniya parêzgariyê de hat diyarkirin ku li Mêrdînê û navçeyên wê qedexeya çalakî, daxuyanî û şahiyan bo meheke din hatiye dirêjkirin û yên bixwazin çalakiyan lidar bixin jî divê destûrê ji parêzgariyê bistînin..
Qedexeya bername û çalakiyan li Mêrdînê, ji dema ku qeyûm li şûna şaredarê hilbijartî Ahmet Turk hatiye tayînkirin ve berdewam dike.