Kurdistan
Li Mêrdînê karkerekî Sûriyeyî ket valahiya asansorê û can da
PeyamaKurd – Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, karkerekî Sûriyeyî ket valahiya asansora înşaetekê û di encamê de can da.
Li Taxa Yenîkent a navçeya Qoserê ya Mêrdînê, karkerê ji Sûriyeyê Şerîf Henderî yê di înşaetê de dixebitî, ket valahiya asansorê. Hevalên wî derbarê bûyerê de agahî dan, ekîbên tenduristî û polîsan. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, destnîşan kirin ku Henderî can daye.
Piştî bûyerê, cenazeyê Henderî rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.