TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mêrdînê operasyon: 11 kes hatin binçavkirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 tebax 2019 17:30

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi biryara Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê li bajarê Mêrdînê operasyonek encam daye û 11 kes bi gumana endambûna rêxistina ciwanan a PKKê hatine binçavkirin.

Li gorî zanyariyan, li ser biryara serdozgeriyê tîmên dijeterorê yên polîsên Mêrdînê li bajarokên Stewrê, Nisêbîn, Artuklu, Kerboran û Qoserê bi ser malan de operasyon pêk anîne û di encamê de 11 kes hatine binçavkirin.

Hat diyarkirin ku hîn lêpirsîn û wergirtina îfadeyên wan kesan li navenda emniyeta Mêrdînê dewam dikin.

Parve bike: