TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mêrdînê operasyon: 130 kes hatin desteserkirin

Admin S
Nivîskar
📅 15 mijdar 2018 16:29

PeyamaKurd - Di encama operasyoneke polîsan ya li seranserê bajêr de, li Mêrdînê 130 kes bi tohmet û tawanên cuda hatin binçavkirin.

Miduriyeta Emniyeta Mêrdînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di encama operasyonên 7-14ê Mijdarê yên li navçe û navenda bajêr de, li navenda bajêr 31 kes, li Qoser/Kiziltepe 52, li Nisêbînê 33, li Midyadê 9 û li Mazîdagê jî 5 kes bi tevahî 130 kes hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, li ser wan kesên hatine desteserkirin ji ber tawanên dizî, bikaranîn û firotina tilyakê, endamtiya rêxistina çekdar, gendelî û tohmetên dijî dewletê lêgerîna polîsan hebû.

Parve bike: