Li Mêrdînê polêsan bi ser malan de girtin: Li jineke dûcanî dan û hin kesan desteser kirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku polêsên Tirkiyeyê li parêzgeha Mêrdînê ya bakurê Kurdistanê û navçeya wê Qoserê, bi ser gelek malan de girtiye, li jineke ducanî xistine û gelek ciwanan desteser kirine.
Li gorî agahiyên ku gihîştine ber dest, polîsan li navenda Mêrdînê û li navçeya Qoserê bi ser gelek malan de girtine û gelek kesan desteser kirine, lê belê hejmara kesên hatine desteserkirî rasteqîn diyar nebû.
Polîsan li Taxa Saraçogluyê ya Mêrdînê bi ser mala Ramazan Kalkan de girtiye û li endamên malbatê xistiye.
Jêderên ji Mêrdînê dan e zanîn ku polîsan dema biserdegirtina vê malê de li Emîne Kalkana dûcanî jî xistine.
Her wiha hate ragihandin ku endamên vê malbatê, li Nexweşxnaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê di derbarê derbên polêsan de rapor wergirtine.
Di raporan de diyar dibe ku endamên malbatê ji alî polêsan ve rastî hêrişa lêdanê bûne.