TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meresê agir bi daristanê ket

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2024 23:59

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li navçeya Onîkîşubatê ya parêzgeha Mereşê ya bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ketiye.

Jêderên herêmî ragihandin ku agirê li nêzîkî Gundê Suçatiyê derketiye bi alîkariya tîmên agirkuj, ji asman û bejahiyê ve hewl tê dayîn ku agir bê tefandin.

Jêderan ragihand ku sedema derketina agir heta niha nehatiye diyarkirin.

Hate ragihandin ku tîmên agirkuj, bi alîkariya helîkopterekê, 11 otomobêlên agirkuj, 4 tankêrên avê, 3 otomobêlên alîkariya destpêkê, eksvatorek û 110 personelan hewl didin agir vemirînin.

Her wiha leşkeran jî li navçeyê bergiriyên ewlehiyê zêde kirine û  nahêlin xelk derbazî devera agir bi daristanê ketiye bibe.

Herwiha welatiyên ku li wê navçeyê mane jî tên derxistin.

Parve bike: