TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mereşê erd hejiya

Admin İ
Edîtor
📅 11 adar 2026 16:07

PeyamaKurd - Îro (11ê Adara 2026an) li navçeya Goksû (Göksun) ya bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê erdhejek pêk hat. Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) ragihand ku lerza erdhejê 4.0 bûye.

Li gorî agahiyên ku li ser malpera fermî ya AFADê hatine parvekirin, erdhej di saet 13:58an de çêbûye. Hat diyarkirin ku navenda erdhejê navçeya Goksûyê ye û kûrahîya wê jî 7 kîlometre di bin erdê de hatiye tespîtkirin.

Heta niha derbarê ziyanên canî an jî madî de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Erdhej li navçeyên derdorê jî hate hiskirin.

Parve bike: