TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meresê erdehejeke bi hêza 4.7 çêbû

Admin H
Nivîskar
📅 22 gulan 2023 23:35

PeyamaKurd - Li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê îro danê êvarê erdhejeke tund çêbû.

Rêveberiya Afat û Rewşên Lezgîn AFADê rahihamd ku li demjimêr 19:06 erdhejeke bi mezinahiya pileya 4.7 rû da.

AFADê daye zanîn ku navenda erdhejê navçeya Goksun e û kûrahiya lerzê jî 7 km bûye.

Li aliyê din Çavdêrxaneya Kandilli jî hêza erdhejê wekî 4.4 û kûrahiya wê 5.4 km ragihandiye.

Derbarê ziyanên vê erdhejê de hîn ti agahî nehatine.

Parve bike: