TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meresê erdhej çêbû

Admin L
Nivîskar
📅 09 îlon 2023 14:58

PeyamaKurd – Navçeya Dulkadîrogluyê ya parêzgeha Mereşê, bi hêza 3.9 pileyî hejiya.

Li gor Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) diyar kir, erdhejek li parêzgeha Mereşê çêbûye.

AFADê daye zanîn, erdhej li navçeya Dulkadîrogluyê ya Mereşê di saet 03:22an de çêbûye û hêza wê 3.9 pileyê rîxterê bûye.

AFADê destnîşan kir, kûrahiya erdhejê 8,79 kîlometre bûye.

Li ser zerarên erdhejê heta niha ti zanyarî nehatine dayîn.

Li gor agahiyên li ser tora civakî hatine belavkirin, xelkê parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê jî bi erdhejê hisiyaye.

 
Parve bike: