TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meresê erdhej çêbû

Admin L
Nivîskar
📅 25 adar 2023 13:30

PeyamaKurd – Li navçeya Ekînozu ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4,5 çêbû.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe diyar kir, li navçeya Ekînozu ya ser bi parêzgeha Mereşê, bi hêza 4,5 pile erdhej çêbû.

Herwiha AFADê herwiha da zanîn, erdhej di saet 07:39an de û 7 kîlometre di bin erdê de çêbûye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 çêbû û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.

Parve bike: