Kurdistan
Li Meresê erdhej! Gelek parêzgeh pê hesiyan!
PeyamaKurd – Li gor agahiya ku ji teref Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) ve hat dayîn, li Pazarcika navçeya Mereşê bi lerza 5,0 erdhejek pêk hat.
Bi taybet li Edene, Mereş û Dîlokê erdhejeke bi lerza 5an pêk hat.
Bi kûrahiya erdheja ku di saet 09.31an de pêk hat 7 kîlometroyî hat pîvandin.
Erdhej tirsek mezin peyda kir.
Lêkolîn berdewam dikin da ku diyar bikin ka li herêmê rewşên neyînî hene yan na.
Erdhej li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.