TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meresê, erdhejeke mezin çêbû!

Ruken güler
Nivîskar
📅 23 adar 2023 19:30

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokatiya Karesat û Rewşa Lezgîn (AFAD) ve hat dayîn, îro danê nîvrojê li Mereşa Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi pileya 5,3 çêbû.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku erdheja bi pileya 5,3 ku îro sadet di 12:19an de çêbû, li navçeya Goksun a Mereşê çêbûye û kûrahiya wê jî 7 kîlometir hatiye pîvan.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, erdhej li Semsûrê jî hatiye hîskirin.

Serokê Afadê Yunus Sezer di derbarê erdhejê de ragihand ku ji ber erdhejê, rewşeke neyînî çênebûye.

Her wiha vê sibehê jî ji aliyê Afadê ve hatibû ragihandin ku li navçeya Onikisubatê ya Mereşê, bi pileya 4,3 erdhejek çêbûbû.

Parve bike: