TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mêrsînê kesek hat girtin û 28 kes hatin berdan

Admin L
Nivîskar
📅 01 cotmeh 2022 15:31

PeyamaKurd – Li Mêrsînê ji 29 kesên têkildarî êrîşa li dijî Mala Polîsan hatibûn desteserkirin, kesek hat girtin û 28 kes hatin berdan. 

Li gor zanyariyan, têkildarî êrişa li dijî Mala Polîasn a li taxa Denîz a navçeya Mezîtliyê ya Mêrsînê di 27ê Îlonê de, 22 kes hatibûn desteserkirin û ji 22 kesan 13 kes hatin berdan. 9 kesên do sewqî edliyeyê hatin kirin, ji wan kesê bi navê M.K. bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin û 8 kes hatin berdan.

Herwiha di çarçoveya lêpirsîna “poropaganda rêxistinê” ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Mêrsînê ve hatibû destpêkirin, 18 jê personele Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê bi giştî derbarê 30 kesan de biryara desteserkirinê hat derxistin. Di serdegirtina malan a 28ê 3İlonê de jî 22 kes hatin binçavkirin. Ji van 22 kesan Serokê Daîreya Çapemenî Weşan û Têkiliyên Gel a Şaredariya Mêrsînê Bedrettîn Gundeş ji aliyê dadgehê ve hat girtin. 

Hat ragihandin ku 21 kesên di binçavan de bûn, piştî karûbarên îfadeya li dozgeriyê û derxistina dadgehê, hatin berdan. 

Parve bike: