TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mersinê operasyona PKK/KCK ê hat kirin

Admin M
Nivîskar
📅 22 adar 2019 01:26

PeyamaKurd- Li bajarê Anedolê li Mersinê operasyona PKKê hat kirin û di encamê de 8 kes hatin girtin ku di nava wan de 2 zarok hene û li 3 kesan jî digerin.

Operasyon bi biryara serdozgeriya Mersinê hat kirin û li gor ragihandina serdozgeriyê, sedem jî bûyera navçeya Tarsusê hat nişan dan ku di 13 sibata 2019 an de qewimî bû, di bûyerê de xwepêşandan hatibû kirin, molotof kokteyl hatibû bikaranîn û rêyan girtibûn. Bi temamî 8 kes hatin binçavkirin û li 3 kesan jî diğerin.

Parve bike: