TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Midyadê 2 grûb bi çekan li hev xistin: 4 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 09 tebax 2023 02:46

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Midyadê li gundê Altıntaşê 2 grûbên ku berê di navbera wan de pirsgirêk hebûn bi çekan li hev xistin û kesên bi navên S.T, E.T, S.A. û İ.A. birîndar bûn.

Tîmên 112an yê tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Midyadê. Ji birîndaran birînên 2 kesan xedare û talûka wan ya mirinê heye.

Tîmên cendrimeyan hinek kesên ku tevlî bûyerê bûne xistiye binçav.

Parve bike: