TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Miksê stûriya berfê giha 20 cm yî

Admin M
Nivîskar
📅 11 mijdar 2022 04:53

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Wanê li navça Miksê îro piştî nîvro berfeka zêde bariya û stûriya berfê giha 20 cm yî. Rêvebir ragihandin ku ajotvanê erebeyan bê zincîra lastîkan, bila dernên ser rê.

Li navça Miksê li Buhira Garabêt ku bilindahiya wê 3 hezar metreye, ajotvanên erebeyan, gelek zahmetiyan dîtin heya xwe gihandin ciyên xwe. Tîmên vekirina rêyên bejayiyê, dest bi xebatên xwe kirine û her rêyan ji berfê paqij dikin.

Parve bike: