Kurdistan
Li Minibicê mayinek teqiya: 3 zarokan canê xwe ji dest dan
PeyamaKurd - Li bakurê Minbicê mayinek teqiya û di encamê de 3 zarokan jiyana xwe jidest dan.
Hat ragihand ku duh êvarê, li bakurê Minbicê bajarî, mayinek teqiyaye û di encamê de, 3 zarokên bi navê Mecid Elcasim (10), Hemûd Elcasim (13) û Casim Elmihemed (15) canê xwe jidest dane.
Roja çarşemê danê sibehê jî, li gundê Elfarat ê rojavayê Minbicê motorsikletek teqiyabû û 2 kesan tê de canê xwe ji dest dabûn û 4 jî birîndar bûbûn.