Kurdistan
Li Motka qeza çêbû: 2 mirî û 18 birîndar
PeyamaKurd- Li Bakûrê Kurdistanê li navçe ya Motka ya bi ser bajarê Bedlîsê traktorekî qeza kir û di encamê de 2 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn. Birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê de hatin birin bo nexweşxaneyên Motka, Bedlîs û Tetwanê. Gundiyên Taxîsorê (Çitliyol) serê siba bi traktorê derketibûn derve û di dema dagera xwe de qeza kirin. 20 kes di romorka traktorê de bûn û romorka traktorê qelibî û 20 kes jê pekiyan.
Di encama qezayê de kesên bi navên Cuma Kardaş û Yıldız Kar jiyana xwe ji dest dan. 4 kesên ji 18 birîndarên din halê wan xweş nîne û birînên wan xedar in.
Lêpirsîna di derbarê qezayê de dewam dike.