TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mûsê bi tundiya 4.7an erdhejeke bihêz çêbû

Admin H
Nivîskar
📅 16 îlon 2020 22:21

PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê, îro êvarê bi tundiya 4.7 erdhejek çêbû.

Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê ya Tirkiyê (AFAD) ragihand ku li demjimêr 17:48ê êvarê erdhejeke bi tundiya 4.7 a pileya rixterê li navenda navçeya Korkut a bajarê Mûşê çêbûye û kûrahiya wê ya erdzemînê jî 16.24 kîlometr e.

Herwiha li gorî Çavdêrxaneya Kandillî ya Enstîtuya Lêkolînên Erdhejan pileya erdhejê 4.6  e û kûrahiya wê jî bi qasî 5 kîlomtreyan e.

Hat zanîn ku erdhejê li bajarê derdorê yên Bakurê Kurdistanê jî bandor kiriye û hatiye hîskirin, lê belê derbarê ziyanên erdhejê de hîn ti agahiyên berdest nînin.

Parve bike: