TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mûsê muxtarên 4 gundan ji kar hatin avêtin

Admin H
Nivîskar
📅 16 adar 2020 02:11

PeyamaKurd – Bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li navçeya Milazgîrt a bajarê Mûşê yê bakurê Kurdistanê 4 keyayên gundan ji kar hatin dûrxistin.

Hat zanîn li ser biryara Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê li navçeya Milazgîrt a Mûşê keyayê Gundê Yeramîşa Mehmet Kaya, Keyayê Gundê Axwêran Milazim Altun, Keyaye Gundê Elîqarxana Sertip Demir û Keyayê Gundê Qasimî Salih Soylemez ji kar hatin dûrkirin.

Li gorî zanyariyan ew keyayên ji kar hatine xistin, di 12ê Sibatê de, dema serdegirtina leşkeran a gund de lêpirsîn li ser wan hatiye kirin û ev lêpirsîna hatiye kirin jî wekî hinceta jikarxistina wan hatiye nîşandan.

Parve bike: