TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mûsê rêya 10 gund û 21 mezrayan ji berfê vekirin

Admin M
Nivîskar
📅 03 berfanbar 2021 04:05

PeyamaKurd – Do bi şev li bajarê Mûşê bi sedema barîna berfa zêde rêyên 10 gund û 21 mezrayan hatibûn girtin. Îro rêvebiriya taybet ya parêzgehê dest bi vekirina rêyan kir û rêya her deh gund û 21 mezrayan vekir. Li ser mijarê operatorê makîna rê Osman Acıman weha got:

“Bi sedema barana berfê, rêyên 10 gund û 21 mezrayan hat girtin. Ciyê em lê ne di grûba Üçevler de cîh digre. Berfa ewilî li devera me bibare. Li hinek ciyan qaliniya berfê digihê 50 cm yan. Em jî carna di xebatê de zahmetiyê dibînin. Lê em 7/24 siet dixebitin. Em serê siba zû hatin vê derê. Înşallah em ê rêya gundên xwe vekin.”

Parve bike: