TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Mûşê wesayîtek wergeriya, 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Admin H
Nivîskar
📅 04 mijdar 2026 16:34

PeyamaKurd - Li herêma Mûşê pikabekê qeza kir; di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî giran birîndar bûn.

Li gorî agahîyan pikaba bi plaqeya 48 UU 358 ku hê nasnameya ajokarê wê nayê zanîn, dema ji Êlihê ber bi Mûşê ve diçû, li nêzîkî meqamiya Kurtuluşê ya bajarokê Qizîlagaçê (Kızılagaç) ji ber ku nikaribû lengerê (virajê) bigire wergeriya.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, AFAD û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di encama qezayê de 2 kesan li cihê bûyerê can dan û 3 kesên giran birîndar jî bi ambulansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Parve bike: