Kurdistan
Li Mûsilê êrîsî Weqfa Sûnnîyan kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmarek kesên çekdar û nasnameyên wan nediyar, şevê din êrîş birin ser Weqfa Sûnnîyan a li rojavayê Mûsilê.
Li gorî nûçeya Shafaqnewsê koma êrîşkar pêşî heqaret li parêzvanên weqfa nêzîkî Mizgefta Şît Pêxember kirine û heta derengiya şevê jî li wir mane.
Hat ragihandin ku piştî polîs hatine deverê wan kesan terka weqfê daye û çûne.
Li gorî nûçeyê, gelek caran şîeyên Iraqê êrîş birine ser weqfa sûnnîyan dest danîne ser mal û milkên wan ku ev êrîşa dawî jî peyamek e.