Kurdistan
Li nav Kerkûkê hêzeke mezin a Dijterorê hat belavkirin
PeyamaKurd – Ji bo parastina ewlehiya bajêr di rojên cejna Qurbanê de hêzeke mezin dijîterora Iraqê li nav Kerkûkê hat bicihkirin.
Hat ragihandin ku derengiya şeva borî hêzeke mezin ya dijîterora Iraqê derbasî nav Kerkûkê bûye û li nav bajêr hatiye belavkirin.
Efserekî polîsê Kerkûkê bi navê Yûsif Salih ji BasNewsê re daye xuyakirin, rast e dijîterora Iraqê derbasî nav Kerkûkê bûye û dibe ji bo cejna Qurbanê hatibin.
Wî efserî gotiye, rêveberiya ewlehiya Kerkûkê ne di destê polîs de ye, loma ew hêza dijîterorê li Kerkûkê bicih bûye û her sal di hekeft û cejnan de hêzên ewlehiyê dikevin amadebaşiyê.