Kurdistan
Li navbera Midyad û Kerboranê qeza: 6 kes mirin
PeyamaKurd- Li bajarê Mêrdînê li navçeya Midyadê li ser rêya Midyad û Kerboranê qezayekî zincîre çêbû û di encamê de 6 kes mirin û 2 kes giran birîndar bûn.
Di qezayê de kamyonekî, trêmbêlekî û traktorekî lihev ketin û qezayekî zincire çêbû. Navê mirî û birîndaran hêj aşkera nekirine û tîmên tenduristiyê yên 112 an birîndaran birin nexweşxaneya dewletê ya Midyadê.