Kurdistan
Li navça Edremît a Wanê 6 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navça Edremît a bajarê Wanê li taxa Subhanê li nêzî sîta xidayan, di encama 2 otombîl li hev ketin de, 6 kes birîndar bûn.
Dema tîmên temnduristiyê û yên pêwendîdar gihan ciyê rûdane, birîndaran birin nexweşxanê jibo dermankirinê.
Navên birîndaran nehat ragihandin lê li ser qezayê lêpirsîn dewam dike.