Kurdistan
Li navça Nizipê karkerekî Sûriyeyî ji qata 7an de ket û can da
PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê li navça Nizipê li taxa Mimar Sinanê, karkerê ji Sûriyê yê bi navê Abdurrahman Cemal Kehlawî (56) dema di înşaatekî de dixebitî, mêzêna xwe wenda kir û ji qata 7an ket jêr.
Kehlawî bi ketinê re giran birîndar bû û bi ambûlansê birin nexweşxanê lê li nexweşxanê wefat kir. Ji bo otopsiyê cenazê Kehlawî birin tiba edlî ya bajarê Dîlokê (Entabê)
Hat ragihandin ku dê cenazê Kehlawî bibin Sûriyê. Lêpirsîna polîs ya li ser ketina Kehlawî dewam dike.