TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Peyas a Diyarbekirê du malbat li hev xistin: 1 mir û 4 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 25 gulan 2026 20:30

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Peyasê (Kayapınar) di navbera du malbatan de şer derket û di encamê de Ömer Özçelik jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Rûdan seet di 16.00an de li taxa Huzurevleri qewimî. Şer bi munaqeşeyê destpêkir û bi demançan lihev xistin. Li ser agahdarkirinê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Navên birîndaran û sedema şer nehat ragihandin.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajêr. Cenazê kesê kuştî birin morgê da otopsiya wî bikin. Di encamê de demança ku pê berdane ket destê polîs. Lêpirsîna lis er bûyerê dewam dike û polîs tedbîran sitendiye.

Parve bike: