TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Qoser a Mêrdînê xortê bi navê Orhan Dozen di ava hewzê de fetisî

Admin M
Nivîskar
📅 04 tebax 2026 13:43

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) di hewzekî bi pera de xortê bi navê Orhan Dozen (13) fetisî. Xort îsal ezmûna LGSê qezenc kiribû û dê di lîsa Qoserê ya Fenê de dê bixwenda.

Rûdan do êvarê ber destê êvarê li taxa Ataturkê qewimî. Kesên li der û dorê dema dîtin ku Orhga Dozen li ser avê bê tevgere, hema pêre wî ji avê derxistin û birin nexweşxana dewletê ya Qoserê (Kızıltepe).

Dozen, li nexweşxanê can da û piştî otopsiyê cenzaê wî birin li goristan taxa Sanayiyê defin kirin. Li ser bûyerê lêpirsîn tê kirin.

Parve bike: