Kurdistan
Li navça Sivrice ya Xerpêtê erdhejekî bi dereca 4.0 çêbû
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li navça Sivrice bi dereca 4.0 erdhejekî çêbû. Erdhej di bin erdê de di km ya 11.47an de qewimî.
AFADê wexta erdhejê destnîşan kir ku erdhej seet di 22.52an de bûye û li bajarên wekî Xarpêt, Meletî, Semsûr, Dêrsim û Diyarbekirê hatiye hîskirin.
Heya niha di encama erdhejê de ti agahiyekî neyînî nehatiye ragihandin.