Kurdistan
Li navça Yesilyurt a Meletiyê kesekî giran birîndar bû û 2 kesan xistin binçav
PeyamaKurd – Li bajarê Kurdistanê li Meletiyê li navça Yeşilyurdê di pevçûna çekdarî de kesekî giran birîndar bû û 2 kesên êrîşer ji aliyê hêzên asayîşê de hatin binçavkirin.
Li taxa Bostanbaşıyê, berê di navbera du grûban de dijminahî hebû û di navbera A.Y., M.S.D. û İ.U.Ç. de pevçûna çekdarî çêbû. Li ser bûyerê tîmên polîsan û 112an ya lezgîn gihan ciyê bûyerê.
A.Y. ê birîna wî xeddar, birin nexweşxana Meletiyê ya perwerdê û lêkolînê.
Polîsên asayîşa navça Yeşilyurtê ketin pey M.S.D. û İ.U.Ç. Her du yan bi tivinga nêçîrê ve xistin binçav. Piştî îfadên wan li baregeha asayîşê bigrin, dê wan derxin ber dadgehê.