Kurdistan
Li navçeya Goksun a Meresê erdhejek
PeyamaKurd – Li navçeya Goksun a Mereşê erdhejek çêbû. Hêza erdhejê 4,8 AFAD bû; Çavdêrxaneya Kandilliyê wek 4.9 ragihand.
Li navçeya Goksun a Mereşê do, di saet 22.20an de erdhejek çêbû.
Ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) ve mezinahiya erdhejê 4,8 e; Rasatxaneya Kandîlliyê û Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê ya Zanîngeha Bogaziçiyê pileya 4,9 ragihand.
Li gorî daneyên AFADê erdheja min 6,06 kîlometre di bin erdê de pêk hat. Çavdêrxaneya Kandîlliyê kûrahiya erdhejê 5,5 kîlometre ragihand.