TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navçeya Îmam Weys a dikeve navbera rêya qezayên Xaneqîn û Sareban têqîn çêbû

Admin L
Nivîskar
📅 14 gulan 2022 17:33

PeyamaKurd – Li navçeya Îmam Weys a dikeve navbera rêya qezayên Xaneqîn û Şareban ên ser bi parêzgeha Diyale, teqînek çêbû û di encamê de 4 kes ji hêzên ewlehiya Iraqê bûn qurbanî.

Li gor Berdevkê berê yê polîsê Diyale Nîhad Mihemed daye zanîn: “Îro li navçeya Îmam Weys ku dikeve navbera Xaneqîn û Şareban, bombeyeke çandî bi hêzên saziya nehiştina teror a Iraqê de teqiya.”

Herwiha hat ragihandin, di encama wê teqînê de karmendekî wê saziyê can daye û 3 karmend jî birîndar bûne.

Parve bike: