TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê sêniyên 85 xaniyan hatin karantînekirin

Admin L
Nivîskar
📅 21 tebax 2021 13:29

PeyamaKurd Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, ji ber belavbûna cûreya nû ya Koronayê, heta 14 rojan 85 xanî hatin karantînekirin.

Li Diyarbekirê cûreya nû ya Koronayê her diçe, zêdetir belav dibe. Ji ber ku bi nexweşketiyên Koronayê re temas kirine, şêniyên 85 xaniyan hatin karantînekirin.

Di 18ê Tebaxê de jî li Bismila navçeya Diyarbekirê, 3 tax hatibûn karantînekirin.

Ji aliyê din ve, di nav hefteyekê de ji 50 hezarî zêdetir welatiyan xwe derzî kirine û li xalên ketin û derketina bajêr jî xizmetên derzîkirinê hatine danîn.

Parve bike: