TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navçeyên Kurdistanî qedexeya çûnûhatina roja Înê û Semiyê hat rakirin

Admin L
Nivîskar
📅 20 gulan 2021 14:28

PeyamaKurd – Li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê, qedexeya çûnûhatina roja Înê û Şemiyê hat rakirin.

Odeya Bilind a Qeyranên Iraqê, ji ber zêdebûna hejmara berketiyên nexweşiya Koronaneyê, qedexeya çûnûhatina giştî ji bo roja Înê û Şemiyê ragihandibû.

Qeymeqamê bi ser Kerkûkê de hatiye sepandin Felah Yayçî diyar kir, qedexeya çûnûhatinê bi temamî hat rakirin. Ji îro pê de, roja Înê û Şemiyê jî wê weke rojên din ê hefteyê be û qedexeya giştî bê rakirin.

Li navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê û Kerkûkê qedexeya çûnûhatinê, wê bi tenê di saet 9ê êvarê de û 5ê serê sibehê de hebe.

Parve bike: