Kurdistan
Li navenda Efrînê otomobîlek bi komên çekdar de hat teqandin: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîleke bombebarkirî li navenda bajêr hat teqandin ku li gorî zanyariyên ewil gelek kuştî û birîndar hene.
Hat ragihandin ku îro 24ê Mijdarê danê êvarê li Dewara Kawa nêzîkî Lîwayê 51 a komên çekdar ên bi Tirkiyê ve otomobîleke bombekirî hate teqandin.
Li gor agahiyên destpêkê di encama teqînê de, herî kêm 3 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.
Hîn ti aliyekî berpirsiya wê teqînê li xwe negirtiye.
Heta niha nehatiye zanîn ew teqîn ji aliyê kê ve hatiye encamdan.