TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li nexwesxaneya korona a Silêmaniyê zarokeke 8 salî mir

Admin H
Nivîskar
📅 30 tebax 2020 18:51

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 30yê Tebaxê li nexweşxaneyeke taybet a vîrusa korona ya li bajarê Silêmaniyê zarokeke 8 salî jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê nexweşxaneya Şehîd Hêmin li Silêmaniyê Dr. Dahat Hewêzî ji medya fermî ya YNKê re ragihandiye ku ew zarok keçeke 8 salî bûyê û xelkê başûrê Iraqê bûye.

Dr. Dahat Hewêzî gotiye, ew zarok berê li nexwaşxaneya Hîwa hatibû razandin û penceşêra geh û hêstiyan pê re hebû. Ji ber sîhên wê bi giranî nexweşî girtibû ew şandibûn nexweşxaneya Şehîd Hêmin û îro jiyana xwe ji dest da.

Rêveberê nexweşxaneyê diyar kiriye ku mirina wê zarokê wek mirina bi koronayê nayê hejmartin, ji ber berê nexweşiya penceşêrê pê re hebûye û çend caran jî li nexweşxaneya Hîwa hatiye razandin ji ber wê nexweşiyê.

Parve bike: