Kurdistan
Li Nisêbînê 7 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Li navçeya bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê Nisêbînê, 7 kes hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku bi sedema lêpirsîneke serdozgeriyê li navenda navçeyê û taxên xwê polîsan operasyan bi ser malan de kirine û di encamê de, li sê taxên Nisêbînê 7 kes hatine binçavkirin.
Hat ragihandin ku kesên hatine binçavkirin bo navenda cendermeyan hatine veguheztin.
Li ser sedema binçavkirinan ti daxuyaniyek nehat dayîn.