TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Nisêbînê di şevekî de bi çekan li du kargehan xistin

Admin M
Nivîskar
📅 27 tebax 2026 14:25

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê di şevekî de kesên li motorsîkletê siwar bûn, avêtin ser du kargehên cuda û bi çekan kargehan gulebaran kirin.

Di êrîşan de kes birîndar nebûye lê di kargehan de xesar çêbûye. Polîs, ji bo êrîşkeran bixe dest, xebatê daye destpêkirin.

Êrîşa ewilî li taxa Yenişehirê di kolana Şahin de qewimî. Kesên li motorsîkletê siwar bûn bi çekan li kargehê xistin. Êrîşa dinê li taxa 8ê Adarê de qewimî. Bi çekan li kargehê xistin û xesarê dan kargehê.

Parve bike: