Kurdistan
Li Nisêbînê welatiyekî Sûriyê di êrîseke çekdarî de hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê ya Bakurê Kurdistanê, li dijî welatiyekî xwedî nasnameya Sûrî êrîşeke bi çekan hat kirin.
Li gorî zanyariyan, welatiyê ji Sûriyê Mehmet Hesen ê 29 salî, li taxa Selahattîn Eyyûbî ya navçeya Nisêbînê ya Merdînê, ji aliyê kesên nehatine naskirin ve rastî êrîşeke çekdarî hat.
Hat diyarkirin ku Mehmet Hesen di êrîşê de bi giranî birîndar bû ye û ew rakirine nexweşxaneya dewletê ya Nisêbînê, lê ji ber giranbûna birînên wî li nexweşxaneyê jjiyana xwe ji dest daye.