Kurdistan
Li oteleke Hewlêrê Pêşmergeyekî PAKê mirî hat dîtin
PeyamaKurd - Termê Pêşmerge û endamê nav bajêr ê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK a Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Soran Mihemedzade, li oteleke bajarê Hewlêrê kuştî hat dîtin.
Li gorî zanyariyên ku ji aliyê berpirsên PAKê hatine piştrastkirin, ev pêşmergeyê ku li Hewlêrê dima, bi demançeya bêdeng û kêrê hatiye qetilkirin.
Endamê Serkirdayetiya PAKê Edîb Xalîdiyan ji Rûdawê re gotiye, ew wekî partî ji bo ronîkirina hemû hûrgiliyên vê rûdanê li benda encamên lêpirsîna fermî ya hêzên ewlehiyê yên Hewlêrê ne.
Xalîdiyan rasterast tiliya tohmetê dirêjî rêveberiya Îranê kir û got: "Em piştrast in ku Soran Mihemedzade ji aliyê Îranê ve hatiye kuştin, çimkî berê jî karên bi vî rengî li dijî endam û pêşmergeyên me kirine."