Li Pakistanê erdhej çêbû: 20 kesan can dan
PeyamaKurd – Li Pakistanê îro erdhejeke bihêz çêbû û di encamê de 20 kesan can dan û ji 200î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Rêveberê Giştî yê Desteya Rûbirûbûna Karesatên Xwezayî li Pakistanê Nesîr Nasir ji rojnamevanan re diyar kir, îro berbangê li rojhilatê bajarê Quetta Paytexta herêma Balochistanê erdhejeke tund çêbû.
Herwiha diyar kir, navenda erdhejê 102 k.m li rojhilatê bajarê Quetta bû û tundiya erdhejê jî 5.7 bi pîver Richterê bû.
Nesîr Nasir li ser ziyanên canî eşkere kir, di encama erdhejê de 20 kesan can dan û zêdetir ji 200 kesî jî birîndar bûn.
Cîgirê Komîserê Bajarê Harnai Sohail Enwar destnîşan kir, zêdetir ji 100 xaniyên ji heriyê hilweşiyan û bi sedan kes bê mal man.
Navçeya ku herî zêde ji erdhejê bandor dîtiye, bajarê Harnai ye. Harnai bajarekî çiyayî ye ku gihîştina tîmên hawarhatinê dijwar e ji ber ku rêyên qîr tune ne.