Kurdistan
Li parêzgeha Mêrdînê bihayê nan û sîmîdê hat zêdekirin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Mêrdînê ji ber aboriya xerab, bihayê nan %17 û bihayê sîmîdê %33 hat zêdekirin.
Li gor zanyariyan, li navenda Mêrdînê û navçeyên wê bihayê nan û sîmîdê hat zêdekirin. Li gor bihayên nû, wê nanê 200 gramî ku pêştir bi 3 lîreyan dihat firotin, bi 3 lîre û 50 quruşan bê firotin. Nanê 400 gramî ku pêştir bi 6 lîreyan dihat firotin, wê 7 lîreyan bê firotin. Nanê 100 gramî jî ku pêştir bi 2 lîre û 50 quruşan dihat firotin, wê bi 3 lîreyan bê firotin.
Herwiha hat zanîn ku bihayên sîmîd jî bi rêjeya %33 hat zêdekirin û sîmîdê ku pêştir bi 3 lîreyan dihat firotin, piştî zêdekirina bihayan wê bi 4 lîreyan bê firotin.