TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê agir bi mînîbusekê ket: Kesek birîndar bû

Admin L
Nivîskar
📅 20 nîsan 2022 14:59

PeyamaKurd Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, îro 20ê Nîsanê ji sedemeke nayê zanîn agir bi mînîbusekê ket û di encamê de kesek birîndar bû.

Li gir zanyariyan, li Taxa Hurriyetê ya Xarpêtê mînîbusek rawestiyabû ji ber sedemeke nehat zanîn şewitî û di encama agir de karkerek ku di nav mînîbusê de bû birîndar bû û ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Bajêr a Fethi Sekin hat veguhestin.

Hat zanîn, di bûyerê de agir bi otombîleke din a li pêş mînîbusê jî ketiye û tîmên agirvemirandinê agir vemirandine.

Herwiha zanyarî diyar kirin ku di mînîbusê de kelûpelên boyaxa avahiyan hebûn.

Parve bike: