Kurdistan
Li Parlamentoya Tirkiyê HDPyî neman!
PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de, bi navê Partiya Çepên Kesk (YSP) ketibû hilbijartinan, hemû parlamenterên xwe yên mayî jî derbasî YSPê kirin û li parlamentoya Tirkiyê bi navê HDPê ti parlamenter neman.
Piştî hilbijartinan tenê du hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar di HDPê de mabûn û YSPê jî koma parlamenê ava kiribû.
Hate ragihandin ku piştî kongreya HDPê ku hevserokên wê yên nû hatin hilbijartin, herî dawî herdu hevserokên berê Buldan û Sancar jî derbasê YSPê bûn .
Bi vî biryarê re, hebûna HDPê ya parlamentoya Tirkiyeyê bidawî bû û niha 57 parlamenter di bin banê YSPê de siyasetê dikin.
Li aliyê din jî doza girtina HDPê berdewam dike ku hîn nediyar e, tê girtin yan na.