Li Parlamentoyê îro guftûgo li ser çareserkirina pirsgirêka sotemenî û benzînê tê kirin
PeyamaKurd – Lijneya Wuze û Çavkaniyên Xwezayî ya Parlamentoya Kurdistanê, îro bi Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Etrûşî re dicive û wê guftûgo derbarê çareserkirina pirsgirêka sotemenî û daxistina bihayê benzînê de bikin.
Endamê Lijneya Wuze û Çavkaniyên Xwezayî Bextiyar Şukrî daye zanîn: ‘‘Lijneya me raportek derbarê sedem û çareseriya pirsgirêka sotemenî û daxistina bihayên wan de amade kiriye û ji bo çareseriyê jî çend pêşniyar hatine kirin.’’
Herwiha destnîşan kiriye: ‘‘Îro berî civîna Parlamentoya Kurdistanê, Lijneya Çavkaniyên Xwezayî wê li gel Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî bicive û guftûgo derbarê wan pêşniyar û li ser tedbîrên wezaretê yên ji bo kêmkirina bihayê benzînê bên kirin.’’
Îro Parlamentoya Kurdistanê wê bicive û yek ji mijarên guftûgokirinê jî pirsgirêka sotemenî û daxistina bihayê benzînê ye.